Pistî daxuyaniyên Mezlûm Ebdî 200 malbatên Idlibê derbasî Minbicê bûn

04 February 2020 21:38 0 dîtin
Pistî daxuyaniyên Mezlûm Ebdî 200 malbatên Idlibê derbasî Minbicê bûn

PeyamaKurd- Ji ber gurbûna şer û pevçûnên Idlibê bi sedan malbatan berê xwe daye herêmên jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî beriya niha dabû xuyakirin ku deriyên wan ji koçberên Idlibê re vekirî ye.

Li gorî zanyariyên xwecihû, zêdetirî 200 malbatên ji bajar û gundewarên Idlibê piştî derbasbûna di dergeha Ewn El-Dadat a bakurê bajarê Minbicê, beş bi beş gihîştine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Tê ragihandin ku heta niha 3 beş ji koçberan derbasî Minbicê bûne û berê xwe dane herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku xelkê herêmê jî ew koçberên Idlibê pêşwazî kirine.

Mezlûm Ebdî dema zêdebûna şer û aloziya li Idlibê gotibû, deriyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di bin Rêveberiya Xweser de, ji bo xelkê ku ji ber şer neçarî koçberiyê dibe vekirî ne û dê HSDê wan biparêze.