Berdevka Qesra Spî: Swêd di çarçoveya Lûtkeya NATOyê de sozên ku dabû Tirkiyeyê bi cih anî
PeyamaKurd – Berdevka Qesra Spî Karine Jean-Pierre diyar kir, Swêd di çarçoveya Lûtkeya NATOyê de sozên ku dabû Tirkiyeyê bi cih anî.
Berdevka Qesra Spî Karine Jean-Pierre di civîna çapemeniyê de bersiv da pirsên rojnamevanan.
Jean-Pierre biryara Swêdê ya radestkirina girtiyekî PKKê ji Tirkiyeyê re bi bîr xist û got, "Bi vî awayî Swêd sozên ku di çarçoveya peymana sêalî ya ku di Civîna Bilind a NATOyê de bi Fînlandiya û Tirkiyeyê re li hev kiribû, bi cih anî."
Jean-Pierre eşkere kir, di nav de qanûna antî-terorê ya ku ji aliyê Swêdê ve hatiye derxistin jî heye û wiha got: "Swêd hevkareke parastinê ya bi hêz û jêhatî ye ku nirxên NATOyê parve dike, Hevbendiyê xurt dike û tevkariyê li ewlehiya Ewropayê dike."
Ji ber vê yekê Berdevkê Qesra Spî destnîşan kir, ew di wê baweriyê de ne ku 'divê Swêd di zûtirîn dem de bibe endama NATO'yê û di vî warî de 'hêvîbûna xwe bidomînin'.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin