Berdevka Qesra Spî: Ji bo Îran vegere ser masa guftûgoyan Biden cezayan li ser wê sivik nake

09 February 2021 14:31 0 dîtin
Berdevka Qesra Spî: Ji bo Îran vegere ser masa guftûgoyan Biden cezayan li ser wê sivik nake

PeyamaKurd – Derbarê rakirina cezayên ser Îranê de, Berdevka Qesra Spî Jen Psakî pirsên rojnamevanan bersivand û da zanîn: ‘‘Tenê ji ber xatirê Îran vegere ser masa guftûgoyan, serokê Amerîkayê Joe Biden cezayên li ser Îranê sivik nake.’’

Berdevka Qesra Spî Jen Psakî diyar kir: ‘‘Biden piştevaniya hewldanên dîplomatîk dike bo danûstanên li gel metirsiyan, ku ew jî bernameya atomî ya Îranê ye. Lê bêguman ji bo xatirê vegera Îranê li ser masa guftûgoyan ceza li ser wê nayên sivikkirin.’’

Serokê Amerîkayê Joe Biden, rroja Yekşemê di hevpeyvînek li ser CBS a Amerîkî de, dema pêşkeşkar pirs jê kir, gelo bo vegera Îranê ji guftûgoyan re destpêkê ceza dê li ser bên rakirin? Biden jî bersiv dabû û gotibû: ‘‘Nexêr.’’ Pêşkeşkar jî dîsa pirs kiribû, gelo li ser Îranê pêwîst e yekem car bernameya dewlemendkirina Ûranyomê ragire, Joe Biden bi serê xwe hejandinê wek bibêje belê bersiv da.

Rêberê bilind ê Îranê Elî Xamineyî jî, hilgirtina cezayên aborî yên Amerîkayê li ser Tehranê wek mercê serekî danîbû.