Biryarên Lûtkeya NATO hatin eskere kirin: Swêd û Fînlandiya bi fermî hatin vexwendin
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg, encamname û biryarên Lûtkeya NATO ya Madrîdê, bi civîneke rojnamevanî eşkere kir.
Steltenberg ragihand ku welatên Swêd û Fînlandiyayê bi fermî bo nav NATOyê hatin vexwendin û ji bo lihevkirin û rakirina astengiyên endamtiya her du welatan jî spasiya Tirkiyê kir.
Sekreterê Giştî yê NATOyê ragihand ku wan li ser konsepta stratejîk a heta 2030yan di pratîkê de be li hev kiriye û wê alîkariyên leşkerî bo Ukraynayê jî dewam bikin.
Çend biryarên ji aliyê Stoltenberg ve hatine eşkere kirin wiha ne:
*Em ê hêza xwe ya destwerdana lezgîn derxin ser 300 hezar leşkeran.
*Rûsya gefeke rasterast e bo NATOyê. Divê Rûsya derhal dawî li şer bîne û ji Ukraynayê vekişe.
*NATOyê li ser pakêta nû ya alîkariyê li hev kir. Wê piştevaniya me ya bo Ukraynayê dewam bike.
*Çalakiyên Çînê ji bo ewlehî û berjewendiyên me gef in.
*Em spasiya Tirkiyê dikin ku rêya endamtiyê ji bo Fînlandiya û Swêdê vekir.
*Wê piştevaniya siyasî bo Gurcistan, Moldova û şirîkên din were bihêzkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin