Navnîsana Lûtkeya NATOyê ya 2023yan, eskere bû
PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, navnîşana Lûtkeya 2023yan a NATOyê eşkere kir. Li gorî ragihandina Sekrterê NATOyê, dê lûtke li Litvanyayê bê kirin.
Jens Stoltenberg, bi rêya daxuyaniyê ragihand ku Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê, dê di navbera 11 û 12ê Tîrmeha sala 2023yan de li paytexta Litvanyayê ya Vilniusê bê kirin.
Stoltenberg, li ser rewşa heyî jî da zanîn ku ji şerê navbera Rusya û Ukraynayê ve ye ku NATO bi hawireke gelemşe û nediyariya ewlehiyê re rû bi rû maye.
Sekreterê Giştî eşkere kir ku ew ê civîna li Vilniusê, ji bo havêtina gavên nû yên bihêzkirina berevaniyê bibe derfet û ragihand ku ew ê piştgiriya wan a ji bo Ukraynayê jî berdewam be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin