Navnîsana Civîna OSCEyê ya 2023yan, hat eskerekirin
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên fermî, civîna 2023yan a Meclîsa Parlamenteran a Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê (OSCE PA) ya payîzê, dê li Ozbekistanê bê lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derva ya Ozbekîstanê, ve hat ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Ozbekîstanê Vladimir Norov di çarçoveya Civîna Lijneya Wezîrên Karên Derva ya OSCEyê ya 29emîn ku li Lodzê hat lidarxistin de bi Seroka Parlamentoya OSCEyê Margareta Cederfelt re civiya.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de mijarên geşepêdana hevkariyên navbera Ozbekîstan û mijarên rêxistinî yên têkildarî civîna payîzê ya Parlamentoya Ewropayê ya ku sala bê li Ozbekistanê tê lidarxistin, bi berfirehî hatine gotûbêjkirin.
Her wiha hat zanîn ku Norov ji Cederfelt re qala guhertin û çaksaziyên piralî yên ku li welêt tên cîbicîkirin û hewildanên ji bo zêdekirina rola parlamen û partiyên siyasî ji armancên sereke yên stratejiya geşepêdana nû ya Ozbekistanê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin