Naveroka civîna Rûsya û Amerîkayê hat eskerekirin

11 January 2022 12:34 0 dîtin
Naveroka civîna Rûsya û Amerîkayê hat eskerekirin

PeyamaKurd Şandên bilind ên Rûsya û Amerîkayê civînek heft saetan dom kir li ser li ser pirsa Ukrayna û NATO li dar xistin. Amerîka dixwaze Rûsya piştrastiyê bide ku êrîşî ser Ukrayna nake û Moskow jî dixwaze Welatên Rojava garantiyê bidin ku Ukrayna û welatên din ên cîranên Rûsya, tu carê nabin endamên Hevpeymaniya NATOyê.

Li gor Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsya diyar dike, Amerîka pêşniyazên Moskow bi ciddî wergirtine û wan jî piştrastî daye Washingtonê ku Ukrayna selamet bimîne.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergei Ryabkov eşkere kir: “Me hest bi wê yekê kir, aliyê Amerîkî pêşniyazên Rûsya gelekî bi ciddî wergirtine û xwendina kûr jê re kiriye. Me ji bo hevtayên xwe ronî kiriye, bi tu awayî, ne plana me heye û ne niyaza me heye, em êrîşî ser Ukrayna bikin. Hemû ew tevgerên ku pêwendiya wan bi amadebaşiya hêzên çekdar re heye, li nav sînorê welatê me hatine kirin, lewma tu sedem nîne, ji senaryoya gurrbûnê bitirsin.”

Herwiha li gorî aliyê Rûsî, gotûbêj “kûr, pîşeyî û zehmet bûn.” Lê, Wendy Sherman, Cîgira Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê destnîşa dike, şanda Moskow ti piştrastî nedaye wan, ku Rûsya serbazên xwe jif nêzîkî sînorê Ukrayna vekişîne, di demekê de Amerîka dibêje, hejmara wan nêzîkî 100 hezar serbazî ye.

Seroka şanda bilind a Washingtonê qala wê yekê jî kir, wan red kiriye garantiyê bidin şanda Rûsî ku Ukrayna nabe endam di Hevpeymaniya NATO de.

Cîgira Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Wendy Sherman diyar kir: “Em rê nadin tu kesî, siyaseta deriyê vekirî yê NATO bigire, ku herdem ji bo Hevpeyaniya NATO girîng bû. Em dest ji pêkvekarkirina dualî ligel tu welatekî xwedî serwerî bernadin, ku bixwaze ligel Amerîka kar bike.”

Tevî rêk-ne-keftina wan li ser wan xalan, Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîka eşkere kir, wan ji bo şanda Moskow pêşniyaz kiriye, di paşerojê de civînên bêhtir bikin, ji bo gotûbêjê li ser sîstemên moşekî yên NATO li Ewropa û vegera Amerîka li nav Peymanameya Çekên Etomî yên Mewda Mamnavend, bikin. Herwiha her du alî rêk bikevin ku bi hev re çalakiyên xwe yên serbazî sînordar bikin.