Dîroka civîna PDK û YNKê hat eskerekirin
PeyamaKurd- Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) Piştiwan Sadiq ragihand ku ew ê roja şemiya bê, ji bo ku bi rêveberên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) re civîn pêk were, biçin bajarê Herêma Kurdistanê yê Silêmaniyê.
Sadiq Piştiwan, di daxuyaniyê de diyar kir ku ew ê wekî PDK, roja 28ê Rêbendanê, biçin Silêmaniyê û dê li wê derê bi rêveberên YNKê re bicivin.
Sadiq ragihand ku şanda Polîtburoya PDKê, dê di civînê de li ser mijarên ku li ser nirxandin bên kirin jî rawestin.
Piştiwan Sadiq, di dawiya daxuyaniyê de got ku wan beriya niha serdana rayedarên Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) jî kiriye û da zanîn ku di rojên pêş de ew ê serdana partiyên din jî bikin û dê li ser çareseriya pirsgirêkan, hevdîtinan bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin