Civîna Sanda Îmraliyê û YNKê dest pê kir

18 February 2025 11:53 0 dîtin
Civîna Sanda Îmraliyê û YNKê dest pê kir

PeyamaKurd – Şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê ya Herêma Kurdistanê îro danê sibê li bajarê Silêmaniyê bi Serokê YNKê Bafil Talebanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî re civiya.

Piştî hevdîtinên doh ên li Hewlêrê, heyet derbasî Silêmaniyê bû. Heyet îro li vir bi Bafil Talebanî, Qubad Talebanî û şanda pê re civiya.

Civîn li Debaşan, mala Serokê nemir yê YNKê Celal Talebanî tê lidarxistin.