Îro civîna YNKê li bajarê Silêmaniyê dest pê dike
PeyamaKurd- Îro civîna YNKê li bajarê Silêmaniyê bi beşdar bûna Cîgirê Sekreterê YNKê Kosret Resûl bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û destpêkirina gereke nû ji danûstandinên di navbera PDKê û YNkê bicive .
Polîtburoya YNKê li bajarê Silêmaniyê bi beşdar bûna Cîgirê Sekreterê YNKê Kosret Resûl derbarê çend pirsên giring dicive.
Armanca sereke ya civîna polîtburoya YNKê destpêkirina gereke nû ya civînên PDKê û YNKê ye, herwiha danûstandin li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê ye.
Berî niha Şêwirmendê YNKê Simko Esed, ji gotu ku biryara YNKê ew e ku pirsgirêken ligel PDKê hene liser maseya guftugo û çareser bikin û da zanîn ku wê herdu alî weke du aliyên siyasî yên çarenivîssaz ê milletê kurd danûstendinê ligel hevdu bikin.
Simko Esed da zanîn jî YNK – PDK wê lihev bicivin û pirsgirêken xwe liser maseya guftugo û çareser bikin. Esed beha hewldana danûstendin û diyaloga herdu aliyan jî kir û wiha da zanîn ku heger herdu alî lihev nekin wê milletê kurd zerarê bibîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin