Dadgeha Destpakiya Silêmaniyê ji ber gendeliyê biryara girtina endamekî polîtbûroya YNKê da
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dadgehê bi sedema gendelî kiriye fermana girtina endamekî polîtburoya YNKê daye.
Malpera fermî ya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) PUKmediayê ragihandiye, dadgeha destpakiyê ya Silêmaniyê fermana girtina endamê polîtburoya YNKê û berpirsê berê yê tenduristiya Silêmaniyê, Dr. Mîran Mihemed Ebas daye.
Hat diyarkirin ku wî endamê polîtburoya YNKê gendelî kiriye û ji ber wê jî fermana girtina wî hatiye dayîn.
Herwiha hat zanîn ku wî serkirdeyê YNKê çekên dirav bi nîv qîmet ji peymankaran kiriye û bi qîmetê temam firotiye hikûmetê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin