Hêmin Hewramî bang li deshilata YNKê kir: Berî ku xelk we ji Silêmaniyê derxe dest ji kar berdin!

01 October 2024 17:35 0 dîtin
Hêmin Hewramî bang li deshilata YNKê kir: Berî ku xelk we ji Silêmaniyê derxe dest ji kar berdin!

PeyamaKurd - Berpirsê beşa rêxistinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî, peyamek belav kir û tê de got, “Serokatiya kabîneya dehem jî dê her Mesrûr Barzanî be û pêwîste rêveberiya niha ya YNKê dest ji peywirên xwe berdin û dest ji kar bikşînin, wê demê ew armancên ku di dirûşmên xwe de behs dikin dê hemû pêk bên.”

Endamê polîtburoya PDKê Hêmin Hewramî li ser rûpela xwe ya facebookê ragihand: “Bi piştevaniya xwedayê mezin û bi dilsozên rêbaza Barzanî û girseya bi wefa û îrade bihêz ya PDKê lîsteya 190 a partiya me dê serkeftineke mezin di roja 20ê cotmehê de bidest bîne û çavê neyar û nehezan kor bike. Kak Mesrûr Barzanî dê serokatiya kabîneya dehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bike û dê çaksaziyan berdewam bike û xizmetguzarî û hikûmraniya hemwelatîyan pêş bixe.’’

‘Berî xelk wan ji Silêmaniyê derxe, bila dest ji kar berdin’

Hewramî bang li YNKê kir û wiha got: “Ji bo bicihanîna dirûşmên xwe desthilata niha ya YNKê, pêwîste rêveberiya niha ya YNKê dest ji peywirên xwe berdin û dest ji kar bikşînin, wê demê dê hemû hemû ew armanc bên cih ku di dirûşmên xwe de behs dikin. Ji ber hemû taybetmendiyên ku di wan de heye û hemû xelkê Kurdistanê dizane ku ew çawa bi kotedayê bûne desthilat û xwe sepandin. Yên wiha qerebalixiyê dikin kesên herî gendelkar ên Kurdistanê ne û hemû amar û raportên xalên sînor di bin desthilat û takbûn û rişwet standin bi temamî jiyana xelkê xoşdivî yê parêzgeha Silêmaniyê wan tal kiriye. Cudakariyê dikin û dixwazin Kurdistanê parçe bikin, wê demê ji bo ew dirûşmên niha yên YNKê bi rastî bên cih, bila berî xelk wan ji bajêr derbixe dest ji kar berdin.”