Serokê Hizbullahê bang li deshilata Sûriyê kir: Îsraîlê wek dijmin nas bike!
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Lubnanê Neîm Qasim ragihand ku divê desthilata nû ya Sûriyeyê Îsraîlê wekî dijmin nas bike.
Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Lubnanê Neîm Qasim got: “Em hêvîdar in ku partiya niha ya desthilatdar (li Sûriyeyê) Îsraîlê wekî dijminekî bibîne û pêwendiyên xwe bi wî welatî re normal neke.”
Neîm Qasim li ser agirbesta 60 rojî ya bi Îsraîlê re jî got: “Agirbest nayê wateya danîna çekan. Eniya Berxwedanê xwe li gorî rewşê adapte dike.”
Hêjayî gotinê ye, şerê di navbera Hizbulah û Îsraîlê 8ê Cotmeha 2023yan piştî êrîşa Hemasê ya ser Îsraîlê dest pê kiribû di meha Mijdara îsal de jî agirbest hatibû ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin