Sanda hevbes a PDK û YNKê li Bexdayê dest bi hevdîtinan dike

07 January 2022 15:50 0 dîtin
Sanda hevbes a PDK û YNKê li Bexdayê dest bi hevdîtinan dike

PeyamaKurd – Piştî biryara polîtburoyên her du partiyên Kurdistanê ji bo danûstandinên siyasî yên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, îro şandeke hevbeş a PDK û YNKê çû Bexdayê.

Biryara piştî civîna şandên polîtburoya PDK û YNKê ya li nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Bexdayê bi aliyên siyasî yên Iraqê re dest bi hevdîtinan bikin.

Hat diyarkirin ku şanda PDKê bi serokatiya Hoşyar Zêbarî û şanda YNKê jî bi serokatiya Îmad Ehmed dest bi danûstandinan dikin.

Tê çaverêkirin PDK û YNK li Bexdayê bi hevbeşiya li gel aliyên Iraqê bi taybet şîeyan gotûbêjên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bikin.

Hêjayî gotinê ye, şandên PDK û YNKê rêziknameyeke hevbeş ji bo gotûbêjên li gel aliyên Iraqê pêk anîne, bi taybet derbarê pirsgirêkên darayî, siyasî û destûrî de xwedî yek nêrînê ne ku derbarê peywiran de jî dixwazin bi hevbeşî gotûbêjan bikin û bigihin rêkeftinê.

Li gorî zanyariyan tê çaverêkirin di nav çend rojên pêş de guftûgoyên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dest bikin.