Sanda teknîkî ya Kurdistanê li Bexdayê dest bi hevdîtinên petrol û gazê kir

10 January 2024 18:18 0 dîtin
Sanda teknîkî ya Kurdistanê li Bexdayê dest bi hevdîtinên petrol û gazê kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şandeke teknîkî ya Herêma Kurdistanê li Bexdayê dest bi hevdîtinên li ser derxistin û hinardekirina petrol û gaza Kurdistanê kiriye.

Hate diyarkirin ku şanda Kurdistanê îro çarşemê 10ê Çile gihîştiye Bexdayê û wê bi berpirsên iraqî re li ser çareserkirina kêşeyên derxistin û hinardekirina petrola Kurdistanê bo derve hevdîtinan bike.

Şanda Kurdistanê wê bi berpirsên Hikûmeta Federalî re danûstandinan li ser pirsgirêkên derxistin û veguhestina petrolê bike û her du alî dixwazin li ser bingeheke rastîn bigihin lihevkirinekê û ew lihevkirin jî di sererastkirina yasaya budçeyê de were bicihkirin.

Hêjayî gotinê ye, di civîna dawî ya şanda Herêma Kurdistanê û Iraqê de hevtêgihîştinek çêbûbû ku lijneyek ji bo kompaniyên derxistin û veguhestina petrolê bê çêkirin.

Li aliyê din di budçeya Iraqê de, ji bo derxistine her bermîlek petrol 6 dolar hatine diyarkirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî 26 dolaran serê bermîlê daxwaz dike.