Sanda Kurdistanê li Bexdayê bi Desteya Serjimariyê re civiya

15 September 2019 17:29 0 dîtin
Sanda Kurdistanê li Bexdayê bi Desteya Serjimariyê re civiya

PeyamaKurd - Desteya Serjimaryariya Giştî ya Iraqê û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyan û piştî civînê hat ragihandin, biryar hatiye dayîn ku serjimaryarî di dema xwe de birêve biçe.

Wezîrê Plandanana Iraqê Nûrî Dilêmî di konferanseke rojnamevanî de got, ji bo temamkirina tevahiya karên teknîkî civiyane, ku bikarin di dema diyarkirî de ya meha Cotmeha 2020an de serjimêryariyê encam bidin.

Dilêmî da zanîn ku têbîniyên hemû pêkhateyan werdigirin û mafê hemû pêkhateyan li ber çavan digirin.

Endamê şanda Wezareta Plandananê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sîrwan Mihemed jî li Bexdayê ragihand, ev duyem civîna Desteya Serjimaryariya Giştî ye û civîna yekem berî 4 mehan hatibû kirin.

Sîrwan Mihemed got, bi awayekî giştî me behsa vê projeyê kir, herwiha me behsa logoyekê ji proseya serjimêryariyê kir ku rengvedana hemû pêkhateyên Iraqê bike û bi zimanê Erebî û Kurdî be.

Serjimaryariya giştî ya herî dawî di sala 1997an hatibû kirin ku navê 19 milyon kesan bêyî Herêma Kurdistanê hatibûn tomarkirin.

Di salên 2007 û 2010 jî hewla serjimaryariyê li Iraqê hat dayîn, lê ew prose neçû serî. Niha Hikûmeta Iraqê dixwaze bi budceya 200 milyar Dînar serjimaryariyê li tevahiya parêzgehên Iraqê encam bide.