Sanda Kurdistanê li Bexdayê dest bi civînên çareserkirina krîzê kir...

29 April 2020 17:15 0 dîtin
Sanda Kurdistanê li Bexdayê dest bi civînên çareserkirina krîzê kir...

PeyamaKurd - Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi seroktiya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, îro li Bexdayê bi şandeke bilind a Hikûmeta Iraqê re civiya. Hat zanîn ku hevdîtin sibe 30ê Nîsanê jî bi aliyên pêwendîdar re li ser çareserkirina krîza mûçeyê û mijarên din berdewam dikin.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî bi şandeke bilind a Hikûmeta Iraqê ya bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Petrola Iraqê Samir Xezban derbarê pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê û riyên çareserkirina wan guftûgo kir.

Hat ragihandin ku di civînê de, piştî guftûgokirina çawaniya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bi taybet pirsgirêka petrol û budceyê, biryar hat dayîn, ji bo gengeşekirina rêkarên çareseriyê, civîn îro û sibe di navbera aliyên pêwendîdar berdewan bin.