Sanda Kurdistanê li Bexdayê civînên dawî yên bo yasaya budçeyê pêk tîne
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 31ê Çile şanda danûstandinkar a Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê û li ser projeyasaya budceya sala 2021ê ya Iraqê û pişka herêma Kurdistanê bi lijneya darayî ya parlamentoyê re guftûgoya duyem pêk tîne.
Şanda Herêma Kurdistanê ji bo guftûgoyên duyem li ser projeyasaya budçeyê û heqên Kurdistanê di çarçoveya rêkeftinên herdu hikûmetan de, wê îro jî li Bexdayê civînên xwe berdewam bike û bi lijneya darayî ya encûmena nûnerên Iraqê re bicive.
Li gorî zanyariyan amadekariyên komîsyona darayî xilas bûne û piştî du rojên din wê projeyasaya bûdceya Iraqê ji aliyê komîsyonê ve were pesendkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihandibû ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti hincetek ji Bexdayê re nehiştiye.
Tê diyarkirin ku piştî zelalbûna danûstandinan parlamentoya Iraqê di demeke nêzîk de projeyasaya budceya sala 2021ê ya Iraqê bipejirîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin