‘Di demeke nêzîk de dema civîna PDK-YNKê tê eskerekirin’
PeyamaKurd - Berdevkê fermî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmud Mihemed ragihand, “Di demeke nêzîk de em ê dema civîna PDKê û YNKê eşkere bikin.”
Berdevkê fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed di merasîma pêşwazîkirina cenazeyê Barzan Mela Xalîd de da xuyakirin, guftûgoyên PDKê û YNKê yên ji bo aramkirina pêwendiyan berdewam dikin.
Mehmûd Mihemed diyar kir, di civîna borî de guftûgo derbarê rêkeftina berê ya herdu aliyan ji bo pêkanîna kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Berdevkê PDKê bal kişand ser ku rêkeftina PDKê û YNKê ji siyaset, aborî li herêma Kurdistanê û çareseriyên pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê pêk tê û ragihand, “Di demeke nêzîk de dê dem û cihê civîna pêş a PDKê û YNKê bê eşkerekirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin