ENKS: Diyaloga di navbera ENKS û PYNKê de di demeke nêzîk de destpê bike
PeyamaKurd - Serokê Encûmenên Xwecihî yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihsin Tahir diyar kir, diyaloga di navbera ENKS û PYNKê de, dê di demeke nêzîk de destpê bike.
Li gor Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSê Muhsin Tahir ji K24ê re da zanîn: “Em wek ENKS û PDK-S, ji bo yekrêziya tevgera siyasî û gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê amade ne. Em geşbîn in jî ku ev diyalog û yekrêz biçe serî. Em bi hêvî ne di demeke nêzîk de diyalog careke din destpê bibe û dê bigîhe encaman.”
Muhsin Tahir herwiha destnîşan kir: “Em hem wek ENKS û hem wek PDK-S, em ji bo serxistina yekrêziya tevgera siyasî rijd in. Em li ser pêkanîna mafên gelê xwe û ji bo pêkanîna demokrasiyê ji gelê Sûriyê re jî rijd in.”
ENKS û PYNKê, ji Mijdara 2019an ve bi piştgiriya Amerîka, Herêma Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) danûstandinên yekrêziya Kurdî û beşdariya ENKSê di nava Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê de dikin, lê ev danûstandin zêdetir ji 8 mehan e rawestiyane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin