Aldar Xelîl: Diyaloga di navbera PYD û ENKSê de rawestiya
PeyamaKurd - Endamê Lijneya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Aldar Xelîl Aldar ragihand, ew qebûl nakin li ser navê PYDê diyaloga yekîtiya Kurd bê ferzkirin.
Aldar Xelîl got, "Ji ber ku ENKSê qebûl nake Partiyên Yekîtiya Netewî ya Kurdan beşdar bibin, diyaloga Kurdî-Kurdî ji bo demeke nediyar hate rawestandin."
‘ENKSê xwest tenê bi PYDê re hevdîtinê çê bike’
Piştî ku qonaxa yekemîn ya diyaloga yekîtiya Kurd di navbera PYD û ENKSê de bidawî hat, çavê li ser qonaxa duwem in. Alêdar Xelîl dibêje, Ji ber ku ENKSê xwest tenê bi PYDê re hevdîtinê çê bike, hevdîtin rawestiyan.
Endamê Lijneya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl got jî, ENKS bi awayek nerênî nêzîkî diyalogê bû. Ji ber cudahiya nêrînên di vî warî de, ne diyar e ku dê hevdîtin kengî bidomin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin