ENKSê bersiv da banga Aldar Xelîl a vegera Rojavayê Kurdistanê: Em hevî dikin...
PeyamaKurd - Berpirsê Nûneratiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKSê) ya li Hewlêrê Newaf Reşîd bersiv da banga Berpirsê Têkiliyên TEV-DEMê Aldar Xelîl ku gotibû, bila ENKS ofîsên xwe li Rojavayê Kurdistanê veke û dest bi çalakiyên siyasî bike.
Newaf Reşîd ji televizyona Rûdawê re da xuyakirin, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê dest bi ser hemû bargehên ENKSê de girtiye, herwiha xaniyê endamên wan jî “dagîr” kirine û divê weke niyazpakiyê, “PYD hemû wan ofîsên ENKSê û malên berpirs û endamên wê vegerîne.”
Reşîd got, ti merceke wan ji bo vegera bo Rojavayê Kurdistanê nîne û hêvî kir ku ew tiştên ku Aldar Xelîl derbarê vegera ENKSê bo Rojavayê Kurdistanê de dibêje, rast bin.
Newaf Reşîd diyar kir, ew ji bo vegera bo Rojavayê Kurdistanê mohletê ji ti aliyekê wernagrin lê belê ew pêşwazî li daxuyaniya Berpirsê Têkiliyên TEV-DEMê Aldar Xelîl dikin û hêvî dikin, ku gotinên wî yên derbarê vegera ENKSê û destpêkirina çalakiyên wê li Rojavayê Kurdistanê de rast bin.
Berpirsê Nûneratiya ENKSê li Hewlêrê destnîşan kir, destpêşxeriyeke Fransî heye bo lihevanîna hemû aliyên Kurdî yên li Sûriyê û divê girîngî bi vê destpêşxeriyê bê dayîn û kar li ser bê kirin.
Berpirsê TEV-DEMê Aldar Xelîl bang li ENKSê kiribû ku ofîsên xwe li Rojavayê Kurdistanê vekin û dest bi çalakiyên siyasî bikin.
Xelîl herwiha dabû zanîn, di demên pêş de Rêveberiya Xweser dê li Rojavayê Kurdistanê hilbijartinan lidar bixe û gotibû: “Ew dikarin ji niha pê de bên û xwe ji bo hilbijartinên bê amade bikin û meş û çalakiyan saz bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin