YNKê bersiveke tund da Aldar Xelîl: Nayê qebûl kirin!

05 September 2021 10:44 0 dîtin
YNKê bersiveke tund da Aldar Xelîl: Nayê qebûl kirin!

PeyamaKurd - Medya fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi zarê jêderekî ji mekteba Ragihandinê ya YNKê bi tundî bersiva daxuyaniyeke endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Aldar Xelîl da û got, destwerdana karûbarên navxweyî yên partiyên Kurdistanê nayê qebûlkirin.

Çavkaniyekê ji mekteba Ragihandinê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê gotiye: "Me bi xemgînî û heyraniyeke mezin daxuyaniyên endamekî Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şopand ku li dijî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bû. ku tê de destwerdana eşkere û nayê qebûlkirin di karûbarên hundurîn ên Yekîtiya Niştimanî de tê kirin, Ewê ku dizane çi dadwer û çi gumanbar jî û di destpêkê de partiya xwediyê daxuyaniyê jî dizane ku ew qurbanî û fedkariyên ku YNKê pêşkêş dike û ne tenê ji bo doza kurd li Rojavayê Kurdistanê ye lê ji bo piştgiriya hemû Kurdistanê ku ew  jî li ser şopa prensîpên serok Mam Celal e."

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, "Destnîşanê birêz Aldar Xelîl û tawanbarkirinên nixumandî yên derbarê gumanê bi helwestên Yekîtiya Niştimanî de bêrûmetî, bê astî û ne layîq e. Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ne partiyek e ku li gor fişarên herêmî û nerînên kesane helwestên xwe yên stratejîk biguhezine."

Çavkaniya YNKê herwiha diyar kir, "Li şûna destpêkirina helwestên weha şaş û teşwîqker ên ku pêşve naçin û dereng nakevin, çêtir e ku birêz Aldar Xelîl û Partiya Yekîtiya Demokrat hêz û hewildanên xwe ji bo çareserkirina gelek pirsgirêk û kêşeyên hebûnî yên ku li ser gelê me û herêmên wan ên Kurdî hene  li Sûriyê xerc bikin û destwerdana neyînî li karûbarên partiyên din ên kurdî neke."