Îbrahîm Biro: Aldar Xelîl dixwaze danûstandinên ENKS û PYNKê bidawî bîne
PeyamaKurd - Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro, derbarê daxuyaniya Aldar Xelîl ya li ser Pêşmergeyên Rojava de got, “Ew dixwaze danûstandinan bidawî bîne.”
Îbrahîm Biro di bernameyeke Rûdawê de li ser daxuyaniyên Aldar Xelîl ku ‘Pêşmergeyên Roj wekî çete binav kiribû’ got, Aldar Xelîl gelek caran bi xirabî behsa ENKSê kiriye lê vê care bi zelalî bersiva wan xalan da ku dê di qonaxa bê ya danûstandinan de bêne gotûbêjkirin û bi zelalî rê li ber girt.
Îbrahîm Biro destnîşan kir, “Aldar Xelîl dixwaze danûstandinên ENKS û PYNKê bi dawî bîne û diyar kir, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanî jî di ber vê yekê de berpirsyar e, ji ber ku wiha nîşan dida ku têkildarî danûstandinan ev xwedî biryar e.”
Biro da zanîn, daxuyaniya Aldar Xelîl helwesta aliyê duyem li hember qonaxa bê ya danûstandinên Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê nîşan dide û wiha axivî: “Em nabêjin ev nêrîna tevahiya PYNKê ye, lê PYD serpireştiya wan danûstandinan dike, gelek serkirdeyên wan li ser vê meseleyê ev gotin gotine û timî dane xuyakirin ku nekarin rêkeftinekê bi ENKSê re û bi Pêşmergeyên Rojava re bikin.”
Îbrahîm Biro herwiha bibîr xist ku di dema dawiyê de gelek karên weke girtin, şewitandina ofîsan û karên din yê ku li ser erdê tê kirin, ne li gorî wan sozan bûn ku Mezlûm Ebdî dabûn û li gor Amerîkayê jî naçe serî.
Îbrahîm Biro herweha behsa wê yekê jî kir ku her cara gavek tê avêtin, li ser erdê karên cuda tên kirin û li ser pirsa “Gelo Mezlûm Kobanî dikare bi fişara ser PYNKê berdewamiyê bide diyalogê?” diyar kir: “Ez dibêjim; ji destê Kek Mezlûm derketiye.”
Li ser pêşeroja danûstandinên Kurdî Biro bal kişand ser ku eger Amerîka bixwaze danûstandin dê berdewam bin û got: “Bêguman berjwendiyên miletê di ser her tiştî re ne eger xelkek bixwazin miletê me têxin bazaran û bifiroşin û her rojê li cihekî be, zehmet be berdewam be. ENKS ti caran xwe daye alî. Eger di berjwendiya gelê me de be em li gel danûstandinan in. Em wek ENKS karî xwe berdewam dikin.”
Îbrahîm Biro li ser daxuyaniya Aldar Xelîl ku gotibû; “Pêşmergên Roj çete ne” destnîşan kir, “Miletê me bersiv da, perçeyên din ên Kurdistanê jî ti carî vî tiştî qebûl nakin. Pêşmergeyên Roj xebat di ber miletê Kurd de kirine. Mafekî me yê rewa ye ku Pêşmergên Roj vegerin îro be yan rojeke din be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin