Aldar Xelîl: “Tirkiye dixwaze Rojavayê dagir bike!”
PeyamaKurd- Serokê TEV-DEMê yê berê Aldar Xelîl got ku Tirkiye di nava xwe de teqiniye û ji bo ku vê qeyranê veşêre, dixwaze Rojavayê Kurdistanê vegire.
Serokê TEV-DEMê yê berê Aldar Xelîl ragihand ku tacîz û tehdîdên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, di van rojên dawî de zêdetir bûn. Ev jî nîşan dide ku heye Tirkiye li dijî me hinek gavê dûrî aqilan bavêje. Ji bo vê yekê jî Tirkiye xwe dide rex Rûsyayê. Lewra Tirkiye bi serê xwe nikare gaveke wiha bavêje. Ji bo ku Rûsya dengê xwe neke, di destê Tirkiyê de çi hebe, wê bifiroşe wan. Erdogan siyaseta xwe bi vî rengî dimeşîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin