Rûsyayê bersiveke tund da Ukraynayê

02 January 2024 21:39 0 dîtin
Rûsyayê bersiveke tund da Ukraynayê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Rûsyayê weke bersiva êrîşa roja dawî ya 2023yan bi ser bajarê Bolgorodê de, îro 2yê Çileyê êrîşên tund bi ser Ukraynayê de encam dan.

Li gorî zanyariyan, artêşa Rûsyayê li bajarê Kîev û Harkîv ên Ukraynayê xistin û tevî kuştina 3 kesan herî kêm 61 kes jî birîndar bûn.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî êrîşa ser bajarê Belgorod ê Rûsyayê ku zêdetirî 100 kes birîndar bûbûn, gotibû dê ew êrîşa Ukraynayê bê ceza nemîne.

Hate diyarkirin di êrîşên îro yên Rûsyayê de, li Kîevê li 7 deveran agir derketiye û bi sedan kes bo deverên ewle hatine veguhestin. Di êrîşa ser navenda bajarê Harkîvê de jî tevî mirina kesekî sivîl hejmara birîndaran derketiye  41 kesan.