Biden: Em ê “bersiveke bilez û bibiryar li her êrîseke Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê bidin
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, bi daxuyaniyekê di derbarê biryara Rûsya de soz da hevtayê xwe yê Ukraynayê Vladimir Zelensky, ew ê “bersiveke bilez û bibiryar li her êrîşeke Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê bide.
Koşka Spî da zanîn, Biden şeva borî pêwendiyeke telefonî ligel Zelensky encam da û pabendbûna Amerîka bi parastina serwerî û yekparçeyiya axa Ukraynayê dubare kir.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Biden biryara Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a naskirina serxwebûna herêmên Donetsk û Luhanskê yên Ukraynayê bi tundî şermezar kir.
Herwiha hat diyarkirin, di daxuyaniyê de Biden tekez kir, Amerîka wê bi hevahengiya ligel hevalbend û hevkarên xwe bi lez û bez bersivê bide her êrîşeke Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin