Biden: Amerîka amade ye gavên zêdetir bavêje ji bo bersivdana her gef û êrîseke din
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden nameyek ji Serokê Encûmena Nûneran re şand û diyar kir, êrîşa 23ê Tebaxê ya li Bakurê Sûriyê li ser daxwaza wî wek fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Amerîkayê bû û cihê komên milîs ên nêzîkî Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ye kir armanc.
Serokê Amerîkayê Joe Biden di 25ê Tebaxa 2022an de di nameya ji Seroka Encûmena Nûneran Nancy Pelosi re şand de eşkere kir: “Bi fermana min, di 23ê Tebaxa 2022an de, Hêzên Amerîkayê hejmarek êrîşên teqez li ser xaleke li bakurê Sûriyê pêk anîn. Ew pêgeh ji aliyê komên milîs ên nêzîkî Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ve dihat bikaranîn; van koman di çend êrîşên dron, moşek û hawanê de li ser karmendên (serbaz, şêwirmendên leşkerî, peymankar) û çeperên Amerîkayê yên li Sûriyê kirine, ji wan du êrîş li ser du Baregehên Amerîkyê yên li Tenef a Sûriyê, di 15ê Tebaxa 2022an de hat encamdan. Piştî rêze êrîşên komên milîs ên bi piştevaniya Îranê li Iraq û Sûriyê di şeş mehên borî de, li dijî bingeh û hêzên me li Sûriyê hatin kirin jiyana personelên Amerîkayê û Hevpeymanan xiste metirsiyê.”
Herwiha Joe Biden destnîşan kir, Amerîka amade ye gavên zêdetir bavêje ji bo bersivdana her gef û êrîşeke din.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin