Ji Rêveberiya Kurdistanê bersiveke tund bo rojnameya El-Sebah: Li rapirsiya 25ê Îlona 2017an binêrin!
PeyamaKurd – Rêveberiya Herêma Kurdistanê bersiveke tund da Rojnameya El-Sebah a Iraqê ku di nûçeyeke xwe de gotibû, “gel ji hêza siyasî ya Herêma Kurdistanê hêvîşikestî bûye û dixwaze vegere Bexdayê”.
Di daxuyaniya Ofîsa Medya û Zanyariyan a Herêma Kurdistanê de hat gotin, “Herêma Kurdistanê ji aliyê pêşveçûnê, aramî û xizmetan ve, ji parêzgehên din ên Iraqê pêşketîtir e ku salên dirêj in herkes şahidê vê ye. Di rewşeke wiha de, çawa gel daxwaza vegera cihekî ku wêran bûye bike?”
Hat diyarkirin ku ti palpişteke zanistî ya rapirsîya wê rojnameyê pêk aniye nîne û referandûma 25ê Îlona 2017an hat bibîrxistin û hat gotin, “heger rojnameya Sebah û yên li pişt wê baweriyî bi wê rapirsiyê tînin, bila li rapirsiya 25ê Îlona 2017an binêrin, bi çiqas mirovan dengê xwe ji bo cudabûnê dane. Rayedarên Bexdayê bi êrîşên leşkerî bersiva wan dan û artêş li dijî gelê Kurdistanê hat bikaranîn.”
Hat destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê li ser xwîna bi hezaran şehîdan û berxweda Pêşmerge xwedî statuyeke hiqûqî û destûrî ye û rojnameyeke wekî Sebah ku îflas kiriye û nasnameya wê nediyar e nikare Kurdistanê hilweşîne.
Li aliyê din, li ser bertekên Herêma Kurdistanê Berdevkê fermî yê hikûmeta Iraqê Bassem el-Awadî jî li ser nûçeya rojnameya Sebahê ragihand ku ew gotar nêrîna fermî ya hikûmeta Iraqê nîşan nade.
Awadî di daxuyaniya xwe de got: “Em hemûyan piştrast dikin ku gotara bi sernavê (Gelo Herêma Kurdistanê dê were hilweşandin?) ku di roja 18ê Sibata 2023an de di rojnameya (El-Sabah) de hatiye weşandin, nerîneke şexsî ye û nêrîna fermî ya hikûmeta Iraqê nîne.
Madeyên destûra bingehîn a Iraqê û hemû naveroka ku dibêje Iraq dewleteke federal e û hemû maddeyên ku peywendiyên di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi rê ve dibin, yek ji destkeftên Iraqa nû ye. hikûmet hikûmeteke rewa ye ku li gor destûrê hatiye hilbijartin û pabendî cîbicîkirina destûr û hemû yasayên Iraqê ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin