Herêma Kurdistanê bersiveke tund da raporta HRWê!
PeyamaKurd – Serokê Komîteya Nirxandina Raporên Rêxistina Navdewletî ya Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî li ser raporta HRWê axivî û got, li Herêma Kurdistanê rêz li azadiya takekesî û civakî tê girtin.
Çavdêriya Mafên Mirova (HRW); di “Rapora Cîhanî ya 2023” de, rexne li Herêma Kurdistanê hatine kirin ku hin berpirsan opozisyonê tepeser kirine û kesên xwedî nêrînên cuda bûne armanc, çalakvan û rojnamevan hatine girtin û “qanûnên bi gotinên nezelal” hatine bikaranîn.
Di raporê de hat eşkerekirin, "Li Hewlêrê, rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî ragihandina planeke nû ya 5 salî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên mafên mirovan li Herêma Kurdistanê, gefan li mafên bingehîn ên mirovan dixwin û aktorên civaka sivîl hedef digirin."
"Ji bo parastin û pêşxistina azadiya ramanê planeke me ya girîng heye"
Herwiha Zêbarî bersiva rapora HRWê da û eşkere kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê mînakeke serkeftî ya demokrasiyê ye û di nav de jî mafê azadiya derbirînê nîşan dide.
Di berdewamiya gotinên xwe de Zêbarî da zanîn, “Ji bo parastin û pêşxistina azadiya derbirînê planeke me ya girîng heye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji dezgehên dadwerî dike, yasaya rojnamevaniyê bi vî awayî bicîh bînin.”
“Me ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û gelek rêxistinên sivîl daxwaz kir ku ji bo xurtkirina pergala me ya dadweriyê bi me re hevkariyê bikin û em di vê mijarê de pir ciddî ne. Em piştgiriyê didin meşandina azad a hemû xebatên rojnamegeriyê û em li dijî astengkirina van çalakiyan in.”
Di rapora HRWê de herwiha bal hat kişandin ser operasyonên Tirkiyê yên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin