Aldar Xelîl: Dîyaloga bi ENKSê re têk neçûye, li ser xalên stratejîk berdewam e

03 November 2020 18:46 0 dîtin
Aldar Xelîl: Dîyaloga bi ENKSê re têk neçûye, li ser xalên stratejîk berdewam e

PeyamaKurd - Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Aldar Xelîl, li ser gotinên têkçûna danûstandinên yekrêziya Kurdî-Kurdî yên di navbera ENKS û partiyên PYNKê de got, xebatên yekîtiya Kurdî li ser bingeheke stratejîk û niştîmanî berdewam dikin.

Xelîl li ser twitterê gotiye: Mixabin hin alî bi rêya ragihandinê, idia dikin ku diylogên Kurdî-Kurdî têk çûne. Lê hîna xebatên yekîtiya Kurdî li ser rêgeza stratejîk, niştîmanî û têkoşîna cidî, di vê çarçoveyê de, berdewam in.”

Aldar Xelîl, beriya niha jî di daxuyaniyên xwe de ENKS tawanbar kiribû ku di danûstandinan de dibe asteng û gotinên, wekî ku ENKS perwerdeya Kurdî naxwaze belav kiribûn.

Lê belê ENKSê ew yek red kiribû û ragihandibû, ew tenê li dijî îdeolojîkirina perwerdeyê ne û dixwazin perwerdeyeke ji aliyê UNICEF û NY ve bê qebûlkirin bê dayîn.