Trump: Di demeke nêzîk de wê Kanada bibe eyaleta me!
PeyamaKurd – Seroke Amerikaye Trump ku beriya maça Kanadaye postek parve kir got, "Ez ê telefoni tîma me ya hokeya Amerikaye bikim û li hember Kanadayê ku dibe ku di demeke kin de bibe eyaleta me ya 51emin, ji wan re serketine dixwazim."
Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya maça hokeyê ya doh ya Amerîka û Kanadayê peyamek weşand û wiha got: "Ez li hember Kanadayê ku belkî di demeke nêz de bibe eyaleta me ya 51emîn a bi qîmet û pir girîng ez serketina tîma me dixwazim."
Serokê Amerîkayê Trump li ser platforma xwe ya Truth Sosyal daxuyaniyek da û careke din daxwaza xwe ya ji bo Kanada bibe axa Amerîkayê dubare kir.
Trump ji tîma hokeya qeşayê ya Amerîkayê re li hember Kanadayê serkeftin xwest û got:
"Îro ez ê li tîma me ya mezin a hokeyê yê Amerîkî bigerim û ji wan re serketinê li hember Kanada dixwazim ku wê rojekê, belkî di demek nêzîk de, bibe eyaleta me ya 51. a hêja û pir girîng, bi bacên pir kêmtir û ewlehiyek mezintir."
Trump careke din serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau wekî “Parêzgar Trudeau" bi nav kir û diyar kir ku ji ber hin erkên din ew ê nikaribe beşdarî lîstikê bibe, lê heke bixwaze Trudeau ji bo temaşekirina lîstikê hat vexwendin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin