Di Lûtkeya Yekîtiya Ereb de daxwazên bo Xezeyê hatin eskere kirin...
PeyamaKurd - Lûtkeya Hevpar a Yekîtiya Erebî û Teşkîlata Hevkariya Îslamê ya ku li paytexta Erebistana Siûdî hate lidarxistin, bi ragihandina danezanekê bidawî bû.
Di danezana ku serokên dewlet û hikûmetên welatên endamên Teşkîlata Hevkariya Îslamê û Lîga Ereban li ser li hev kirin de, hate xwestin ku hinardeya çekan bo artêşa Îsraîlê bê rawestandin, konferansa aştiyê bo Xezeyê bê lidarxistin û alîkarî bên gihandin.
Yekîtîya Ereb û Teşkîlata Hevkariya Îslamê di danezana lûtkeyê de ev daxwaz kirin: "Em ji Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî dixwazin ku lêpirsîna derbarê sûcên şer ên ku Îsraîlê kirine temam bike. Em bangî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî dikin ku derbarê bikaranîna çekên kimyewî ya ji aliyê Îsraîlê ve lêkolînê bike. Em bang dikin ku konferanseke aştiyê ya navneteweyî di demeke kurt de bicive. Em dixwazin ku dorpêça li dijî Xezeyê bê şikandin û karwanên alîkariyê demildest bikevin herêmê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin