Swêd ji bo hêsankirina endamtiya xwe ya NATOyê dengdana guhertina destûra bingehîn dike

09 November 2022 13:08 0 dîtin
Swêd ji bo hêsankirina endamtiya xwe ya NATOyê dengdana guhertina destûra bingehîn dike

PeyamaKurd – Parlamentoya Swêdê ji bo hêsankirina endamtiya xwe ya NATOyê, plan dike dengdanê ji bo guhartina destûra bingehîn a Swêdê bike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ji Gulana borî ve rê li ber Swêd û Fînlandayê digire ku tevlî NATOyê bibin, bi hinceta ku ew endamên PKKê û YPGê dihewîne.

Li gor Parlamentoya Swêdê da zanîn, ev guhertinên ku di destûrê de bêne kirin, wê rê bide “azadiya rêxistinên ku di nav terorê de cih digirin bê sînordarkirin.” Ev jî yek ji xalên ku Tirkiye daxwaza dike ew di destûrê de hebe, heta ku bikare bibe endama NATOyê.

Dengdana ku wê di 16ê Mijdarê de were organîzekirin, wê ji bo şopandina endamên PKKê hêsantir bike.