Guterres li Misirê: Dema agirbesta Xezzeyê hatiye

24 March 2024 23:49 0 dîtin
Guterres li Misirê: Dema agirbesta Xezzeyê hatiye

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Misirê Samîh Şukrî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres banga agirbesteke lezgîn li Xezzeyê kirin.

 

Di civîna çapemeniyê ya ku Şukrî û Guterres li paytext Qahîreyê li dar xistin de Şukrî wiha got: "Em bang dikin ku demildest li Xezzeyê agirbest bê ragihandin û dîl serbest bêne berdan. Pêwîste alîkariyên mirovî yên zêdetir derbasî Xezzeyê bibin."

Şukrî balê kêşa ser rewşa Xezeyê û destnîşan kir ku rewş pir trajedîk bûye û divê ev rewş bê çareserkirin.

 Şukrî bi bîr xist ku di serdana 21ê Adarê ya Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken a Misirê de, di derbarê agirbest û arastekirina alîkariyan a ji Xezzeyê ree bi wî re danûstandin kirine û got: "Em li dijî koçkirina bi darê zorê û cezayên komî yên filistîniyan in."

Guterres: Divê agirbesta lezgîn bê ragihandin

Di civînê de Guterres jî balê kêşa gringiya Misirê û anî ziman ku Misir yek ji polên cîhanê yên aştiyê ye.

Guterres diyar kir ku wî bi Serokomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî û Şukrî re gelek mijarên gring gotûbêj kirine, di nav wan de şert û mercên dijwar ên Xezzeyê û rewşa aloz a Şerîeya Rojava ya dagirkirî jî heye û got, "Cîhan dizane ku dema bêdengkirina çekan hatiye. Deriyê Sînor ê Refahê rêya sereke ya ketina alîkariyê ya ji bo Xezeyê ye, lê ji ber qedexeyên ku li ser kamyonên alîkariyê tên kirin, ev rê niha girtî ye. Divê ji bo Xezzeyê agirbesteke mirovî ya lezgîn bê ragihandin."