Îsraîl razî bû ku vegere danûstandinên agirbestê

09 August 2024 13:53 0 dîtin
Îsraîl razî bû ku vegere danûstandinên agirbestê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Îsraîl, li ser daxwaza Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Misir û Qeterê razî bûye ku ji nû ve beşdarî danûstandinên agirbesta li Xezzeyê ya bi Hemasê re bibe.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu îro ragehand ku “Piştî pêşniyara Serokê DYAyê Joe Biden, Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed al Temîm Sanî, Îsraîl razî bûye ku şanda xwe ya danûstandinan di 15ê vê mehê de ji bo danûstandinên bi Hemasê re û bişîne cihê diyarkirî yê danûstandinan.”

Serokê DYAyê Joe Biden, Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed al Temîm Sanî şeva din di derbarê rewşa Xezzeyê û malbatên dîlên Îsraîlî de daxuyaniyeke hevpar belav kirin û daxwaz kirin ku demildest danûstandin destpê bikin.

Di daxuyaniya hevpar de wiha hate gotin: “Dem hatiye ku dawî li azarên demdirêj ên xelkê Xezzeyê û dîl û girtiyan û malbatên wan bê anîn. Em her sê welatan û tîmên me yên danûstandinan heldiwestin ku lihevkirineke bingehîn ku niha li ser maseyê ye û tenê pêdiviya wê bi temamkirina hûrguliyan heye bê pêkanîn.”

Ev lihevkirina ku di daxuyaniya hevpar a sê welatan de qala wê tê kirin, li ser bingeha wan prensîpên ku Serokê DYAyê Joe Biden di 31ê Gulanê de, di çarçoveya biryara 2735 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de pêşkêşî KENYyê kiribû û KENYyê jî piştgirî dabûyê tê pêşnûmakirin.