Hêzên Amerîkayê bi balafiran êrîsî Talîbanê kirin

23 July 2021 12:30 0 dîtin
Hêzên Amerîkayê bi balafiran êrîsî Talîbanê kirin

PeyamaKurd – Hêzên Amerîkî bi balafiran li wîlayeta Qendeharê ya Afganistanê êrîşî Talîbanê kirin.

Li gorî berpirsekî Pentagonê diyar kir, hêzên Amerîkî li Qendeharê roja Çarşem û Pêncşemê 4 êrîşên asîmanî li dijî amûrên leşkerî yên Tevgera Talîbanê pêk anîn.

Talîban dabû zanîn: Piştî vekişîna Amerîkî em ê nehêlin ti hêz li Afganistanê bimînin.

Li alîyekî din, berdevkê tevgera Talîbanê Zebîhullah Mucahid destnîşan kir, ew li dijî hebûna leşkerî ya Tirkiyê ne.

Zebîhullah Mucahid ji Tirkiyê xwest ku hêzên xwe yên di çarçoveya NATOyê de li Afganistanê ne, ji welat derxîne.

Zebîhullah Mucahid herwiha eşkere kir, ew ê piştî vekişîna Amerîkayê ya bi temamî, nehêlin ti hêzên biyanî bi çi behaneyê be, li Afganistanê bimînin.