Artêsa Amerîkayê bi balafiran êrîsî Afganîstanê kir
PeyamaKurd – Artêşa Amerîkayê bi balafiran êrîşî Afganîstanê kir û bi êrîşê rêveberekî payebilind ê rêxistina terorîst a DAIŞê kir armanc.
Artêşa Amerîkayê, îro bi daxuyaniyekê diyar kir: ‘‘Êrîş bi balafireke dron a cureya Reaper pêk hatiye û rêveberekî DAIŞê li herêma Nangehar a li Rojhilatê Afganîstanê bûye armanca êrîşê.’’
Li gor artêşa Amerîkayê daye zanîn: ‘‘Ew rêveberê DAIŞê yê navê wî nehatiye eşkerakirin, li gel çekdarekî di otomobîlekî de bûye û ji aliyê balefira dron ve bûye armanca êrîşê û hatiye kuştin.’’
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, ew rêveberê DAIŞê plana ji bo êrîş û kiryarên terorîstî dadirêjîne.
Ew êrîşa Amerîkayê piştî du teqînên li Kabûlê pêk hat, ku DAIŞê berpirsyartiya xwe ya wan êrîşan ragihandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin