Talîbanê êrîsî hêzên ewlehiyê kir: 1 kustî 5 birîndar

06 November 2019 17:55 0 dîtin
Talîbanê êrîsî hêzên ewlehiyê kir: 1 kustî 5 birîndar

PeyamaKurd - Rêxistina Talîbanê li navçeya Çaharbulak a ser bi eyaleta Belh a li bakurê Afganîstanê li dijî hêzên ewlekariyê êrîşek pêk anî ku di encama êrîşê de midûrê ewlehiya navçeyê Kelamuddin Hamid jiyana xwe ji dest da û 5 polîs jî birîndar bûn.

Berdevkê hêzên ewlehiya Belh Adilşah Adil derbarê êrîşê de zanyarî dan û got, çekdarên Talîbanê êrîşî navçeya Çaharbulakê kirine û di êrîşê de midûrê ewlehiya navçeyê Kelamuddin Hamid jiyana xwe ji dest daye û 5 polîsên din jî birîndar bûne.

Berpirsê ewlehiya Belh Ebdulrezak Qadirî jî ragihand ku di şer û pevçûnan de 6 çekdarên Talîbanê hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.