Erebistan: Di nav hêzên ewlehiyê de xwe teqand: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 12ê Tebaxê li bajarê Cide yê Erebistana Siûdî êrîşeke xwekujî pêk hat ku kesê kembera bombeyî girêdayî bû, xwe di nav hêzên ewlehiyê de teqand. Li gorî zanyariyên nefermî herî kêm 4 kes hatine kuştin.
Serokatiya Asayîşa Erebistana Siûdî li ser bûyerê da xuyakirin, gumabarekî bi rêya kembera bombekirî di dema gihiştîna hêzên ewlehiyê de, li taxa El Samir a bajarê Cideyê xwe teqand.
Hat diyarkirin ku dema hêzên ewlehiyê xwestine gumanbarê bi navê Ebdullah bin Zayid Ebdurehman Bekrî desteser bikin, xwe bi kembera bombekirî di nav hêzên ewlekariyê de teqandiye.
Li gorî zanyariyên fermî 3 kes ji hêzên ewlehiyê û kesekî Pakistanî di êrîşê de birîndar bûne û kesê xwe teqandiye jî li cihê bûyerê miriye. Çavkaniyên medyayî jî radigihînin ku herî kêm 4 kes di êrîşa xwekujî de hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin