2 bombe bi hêzên Iraqê de hatin teqandin: 1 kustî, 14 birîndar hene

27 December 2021 21:00 0 dîtin
2 bombe bi hêzên Iraqê de hatin teqandin: 1 kustî, 14 birîndar hene

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 27ê Kanûnê li başûrê navçeya Qeretepe ya Diyaleyê 2 bombe bi hêzên artêşa Iraqê de hatin teqandin ku di encamê de leşkerekî Iraqê hat kuştin û 14 jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, li Qeretepe du bombe bi hêzên Iraqê de hatine teqandin ku di teqîna yekem de 6 leşkerên Iraqê birîndar bûn.

Herwiha bombeyeke din jî bi hêzên Bersivdana Bilez a Artêşa Iraqê de li nêzîkî Gola Hemrînê ya li başûrê nehiya Qeretepe hat teqandin ku di wê teqînê de leşkerek hat kuştin û 8 jî birîndar bûn.