Balafirên Tirkiyê hêzên sînor ên Iraqê bombebaran kir: Du fermandarên pilebilind ên Iraqê hatin kustin
PeyamaKurd - Rêveberê Nehiya Sîdekan Îhsan Çelebî ji medya Kurdistanê re ragihand ku îro piştî nîvro balafirên şer ên Tirkiyê, otomobîleke pasevanên sînor ên Iraqê bombebaran kir.
Çelebî da xuyakirin ku di encama bombebarana balafirên Tirkiyê de ku otomobîla serbazên Iraqî bûye hedef, hejmarek leşker û efserên pasevaniya sînor ên artêşa Iraqê jiyana xwe ji dest dan.

Herwiha hat ragihandin ku Fermandarê Fewca Sê ya Pasevaniya Sînor Emîd Zubêr Halî û Fermandarê Lîwaya 2 ya Pasevaniya Sînor Mihemed Reşîd, di encama bombebaranê de hatine kuştin û hejmarek birîndar jî bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.
Li gorî zanyariyên çavkaniyên herêmê, yekeya pasevaniya sînor a Iraqê xwestiye bi çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re gotûbêj bike da ku ji wê deverê dûr bikevin û dema wê civînê jî balafirên şer ên Tirkiyê bi ser wan de bombe barandine.
Hat zanîn ku bûyer dema civîna herdu aliyan li Zozanên Bêrmê ya Dîndaran li sînorê nehiyeya Sîdekanê ya ser bi qezaya Soranê ve ye rû daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin