Hêzên parastina sînor ên Iraqê çend xal li ser sînorê bi Îran û Tirkiyê re danîn

07 July 2022 13:00 0 dîtin
Hêzên parastina sînor ên Iraqê çend xal li ser sînorê bi Îran û Tirkiyê re danîn

PeyamaKurd – Hêzên parastina sînor ên ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê, ji bo rê li ber li komên neyasayî û qaçaxiyan bigrin, çend xal li ser sînorê bi Îran û Tirkiyê re danîn.

Li gor zanyariyan, yekîneyên parastina sînor ên ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê ku parastina navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê jî erkê wan e, du xalên serbazî li deverên Hacî Omeran, Kudu û Berdonaz ku di Îranê re hevsînor in danîn, bi armanca rê li ber komên neyasayî û qaçaxçiyan bigirin.

Herwiha hat zanîn ku hêzên parastina sînor çend xal jî li devera Mêrgesorê û nahiya Şêrwan Mezin ku bi Tirkiyê re hevsînor in danîn.