Wezîrê Pêsmerge: Hêzên Iraqê li Singalê ne û ji parastina wê berpirs in

23 January 2022 16:31 0 dîtin
Wezîrê Pêsmerge: Hêzên Iraqê li Singalê ne û ji parastina wê berpirs in

PeyamaKurd - Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl derbarê revîna terorîstên DAIŞê ji zîndana Hesekê û egera hebûna her gefeke DAIŞê li ser Şingalê ragihand, niha artêşa Iraqê û Polîsê Federalî li Şingalê ne û ew di ber parastina Şingalê de berpirs in.

Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl di çarçova beşdariya merasîma bidawîhatina xuleke rahênanê ya hêzên Pêşmerge de li ser egera hebûna metirsiya çekdarên DAIŞê li ser Şingalê ragihand, Iraqê erkê paratina Şingalê girtiye ser xwe, niha artêşa Iraqê û Polîsê Federalî li Şingalê ne û ew di ber parastina Şingalê de berpirs in.

Wezîrê Pêşmerge got, DAIŞ li ku derê hebe, metirsî li ser hemû navçeyê çêdibe, ji ber wê divê Herêma Kurdistanê û Iraqê bi welatên din re di rûbirûbûna DAIŞê de hevaheng û hevkar bin.

Wezîrê Pêşmerge piştî êrîşa şeva 20ê Çileyê ya terorîstên DAIŞê bi ser zindana Xiwêran a li bajarê Hesekê ev daxuyanî da ku dora 5 hezar çekdarên DAIŞê tê de girtî ne û di encamê de hejmarek ji çekdarên DAIŞê reviyane û tê gotin ku eger heye careke din metirsî li Şingalê çêbibe.

Şoreş Îsmaîl derbarê qonaxên pêkanîna du lîwayên hevbeş ji Pêşmerge û artêşa Iraqê de jî got: “Karên îdarî temam bûne û niha ew du lîwa beşek ji artêşa Iraqê ne, lê hin kêşeyên hunerî û ewlehî mane.”

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl jî îro Yekşemê ragihand, hêzên leşkerî û ewlekariyê yên li ser sînor ketine rewşa amadehiyê û ti metirsî tune ye ku çekdarên DAIŞê yên ji zîndana Hesekê reviyane, derbasî nava Iraqê bibin.