Wezîrê Pêsmerge: Yekxistina hêzên Pêsmerge ji bo me stratejîk e

09 July 2024 18:38 0 dîtin
Wezîrê Pêsmerge: Yekxistina hêzên Pêsmerge ji bo me stratejîk e

PeyamaKurd - Wezîrê Pêşmergeyên Kurdistanê Şoriş Îsmaîl, li nehiya Çiwarqurne ya Raperînê beşdarî merasîma derçûna 8emîn dewreya Koleja Erkan a Çiwarqurneyê bû.

Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl gotara xwe ya merasîmê de, bal kişand ser reformên Hêza Pêşmerge û got, “Di warê yekxistina hêza Pêşmerge de gavên cidî têne avêtin û ev stratejiya me ye.”

Wezîrê Pêşmerge bal kişand ser ku hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê û hêza Pêşmerge berdewam e û li ser budçeya Pêşmerge jî ev tişt gotin: "Budae ji Bexdayê tê, divê îro Komîsyona Hikûmeta Iraqê biçe Wezareta Pêşmerge û yekîneyên 70 û 80ê. Ez wisa bawer dikim heta 2-3 rojan dê pirsgirêk were çareserkirin û ti pirsgirêkek namîne.”