Wezîrê Darayî û Wêzîrê Pêsmerge ji bo yekxistina hêzên 70 û 80 civiyan
PeyamaKurd – Ji bo yekxistina mîlakatên herdu hêzên 70 û 80 ên Pêşmerge, Wezîrê Darayî û Aborî bi Wezîrê Pêşmerge re civiya.
Wezîrê Darayî û Aborî Awat Cenab Nûrî îro pêşwazî li Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, Emîndarê Wezareta Pêşmerge Ferîq Cebar Yawer û Serokê Fermangeha Hevahengî û Lekolînê ya Encûmena Wezîran Dr. Ebdulheq Xesrew û çend efserên hêzên 70 û 80 amadehî kirine.
Di civînê de, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Cenab Nûrî behsa girîngiya projeyasaya 2021an a budceya Herêma Kurdistanê kir û di wê çarçoveyê de jî yekxistina mîlakatên hêzên 70 û 80.
Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl hewlên hemû aliyan bilind nirxand, heta ku di çarçoveya yasaya budceya sala 2021an de, mîlakatên hêzên 70 û 80 bên diyarkirin û yekxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin