DAISê li sînorê Siûdî êrîsî hêzên Iraqê kir: 3 kustî, 2 birîndar hene
PeyamaKurd - Çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê îro 23ê Tîrmehê êrîşî ser xaleke leşkerî ya li sînorê navbera Iraq û Erebistana Siûdî li navçeya Rutbe ya parêzgeha Enbarê kirin. Hat ragihandin ku di encama êrîşê de 3 leşkerên Iraqê hatin kuştin.
Li gorî nûçeya Kanala El Hurre, Qeymeqamê Navçeya Rutbe Îmad Meşel derbarê êrîşê de ragihandiye, çekdarên DAIŞê êrîş kirine ser xaleke sînorî ya bajarokê Rutbe ya sînorê navbera Iraq û Erebistana Siûdî û di êrîşê de du leşkerên Iraqî û çekdarên Heşda Eşayîr hatine kuştin.
Îmad Meşel daye xuyakirin: “Di êrîşê de du leşkerên din ên Iraqî jî birîndar bûne û ji ber giraniya birîna wan ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.”
Hat eşkerekirin ku di êrîşê de çekdarekî DAIŞê jî hatiye kuştin.
Bajarokê Rutbe di Cotmeha 2016an de ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin ku çekdarên DAIŞê êrîşên terorîstî li dijî artêşa Iraqê li wê derê berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin