Li Hûmsê bombe bi hêzên Sûrî de hat teqandin: 3 kustî…
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku li Humsê 3 leşkerên rejîma Sûriyê di teqînekê de hatin kuştin.
SOHRê ragihandiye ku li rojavayê Humsê li ser rêya Tedmurê bombeyek hatiye teqandin û di encamê de 3 leşkerên sûrî hatine kuştin û hejamrek jî birîndar bûn.
Li gorî SOHRê balafirên Rûsî jî çolistana Sûriyê zêdetirî 20 êrîşên asîmanî bi ser DAIŞê de pêk anîne ku derbarê ziyanan de ti agahî nehatiye belavkirin.
SOHRê diyar kiriye ku li Idlibê jî li devera El-Rweyha û Benîn şer di nevbera hêzên Sûriyê û çekdarên bi ser Tirkiyê ve rû daye û hêzên rejîmê deverên Filêfil û Bênîn bombebaran kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin