Li Zîqarê du bombe di karwana hêzên hevpeymaniya navnetewî de hat teqandin

19 January 2021 12:00 0 dîtin
Li Zîqarê du bombe di karwana hêzên hevpeymaniya navnetewî de hat teqandin

PeyamaKurd –   Li sînorê parêzgeha Zîqar a li başûrê Iraqê, di dema derbasbûna karwaneke leşkerî ya hêzên hevpeymaniya navnetewî ya li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de, du bombe teqiyan.

Li gor hat zanîn, di encama teqîna wan her du bombeyan de, tu ziyanên canî çênebûne, lê ziyanên madî çêbûne.

Bi sedema neçalakbûna hêzên ewlehiyê û leşkerî yên Iraqê, kom û milîsên tundrê, tayfeyî û terorîst bê ku tirsekî wan hebe li Bexda û bajarên din ên welat kiryarên terorîstî û tewanan pêk tînin.