Bombeyeke çandî bi karwana hêzên Pêsmerge de teqiye: Ti ziyaneke canî nîne

07 November 2021 17:15 0 dîtin
Bombeyeke çandî bi karwana hêzên Pêsmerge de teqiye: Ti ziyaneke canî nîne

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro 7ê Mijdarê roja Yekşemê li navçeya Dawude ya Germiyanê bombeyeke çandî bi karwaneke hêzên Pêşmerge de teqiya, lê ti ziyaneke canî çênebû.

Li gorî zanyariyên hatine bidestxistin, li sînorê gundê Belege ya navçeya Dawude bombeyeke çandî bi otomobîleke fewca du ya lîwaya 144 a hêzên Pêşmerge de teqiya, lê ji derveyî ziyanên madî, ti ziyaneke canî çênebû.

Herwiha li heman cihî bombeyeke din a çandî jî ji aliyên tîmeke taybet ve hatiye pûçkirin.

Navçeya Dawude ji 50 gundên kurdan pêk  tê, di esas de girêdayî bajarê Xurmatû ye, lê di dema Raperîna sala 1991ê de ji dest rejîma Beis a Iraqê hatiye rizgar kirin û ji wê demê heta niha navçe ji aliyê îdarî ve ser bi qeza Kifrî ye.

Herwiha piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017ê dema ku milîsên Heşdî Şeibî Xurmatû dagir kirin, beşek ji terorîstên DAIŞê berê xwe dan çend gundên navçeya Dawude ku valahiya ewlehîyê çêbûye û ji wê demê ve terorîst dem bi dem kiryarên terorîstî li dijî xelkê û hêzên ewlehiyê dikin.